Daniyêl 4:1 - Kurmanji Încîl1 Nebûxadnessarê Padîşah ji hemû gel, milet û zimanan re ev peyam şand: “Bila silametiya we zêde be! Faic an caibideil |
Li ser vê yekê di roja bîst û sisêyê meha Sîvanê ku dibe meha sisêyan, nivîsendeyên padîşah hatin gazîkirin. Her tiştê ku Mordexay emir kir, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li setraban, li walî û serekên herêman ên ku li sed û bîst û heft herêman diman re name hatin nivîsandin. Ji her herêmê re li gorî nivîsîna wan û ji her gelî re bi zimanê wan hat nivîsandin. Ji Cihûyan re jî bi ziman û nivîsîna wan hat nivîsandin.