7 Loma gava dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê û dengê her cure amûrên muzîkê bihîst, hemû gel, milet û ziman deverû diçûn erdê û diperizîn peykerê ku Nebûxadnessar çêkiriye.
Te emir kir ku her kesê ku dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bibihîze wê deverû here erdê û biperize peyker
ku çaxê we dengê boriyê, neyê, lîrê, qanûnê, çengê, defê û dengên her cure amûrên muzîkê bihîst, hûnê li ber peykerê zêrîn ê ku Nebûxadnessar daniye, deverû herin erdê û biperizin.
Û bi wan nîşanên ku jê re hatibûn dayîn, da ku li ber cenawirê pêşî bike, wî ew ên ku li ser rûyê erdê rûdiniştin, dixapandin. Ji wan re digot ku sûretekî ji wî cenawirî re çêkin ê ku bi şûr hatibû birîndarkirin û dîsa dijiya.
Hemû yên ku li ser erdê rûdinin, hemû yên ku navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê ya Berxê şerjêkirî de nehatine nivîsîn, wê jê re herin ser çokan.
Ew cenawirê ku te dîtiye hebû, lê niha tune; ewê zû ji kortala bêbinî derkeve û here helakê. Û ew ên ku li ser rûyê erdê rûdinin û navên wan ji damezrandina dinyayê ve di Kitêba Jiyanê de nehatine nivîsîn, çaxê cenawir bibînin, wê şaş bibin. Çimkî hebû û niha tune, lê wê hebe.
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.