26 Piştre ew nêzîkî ber deriyê tenûra sincirî bû û got: “Ya xulamên Xwedayê Herî Berz! Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, derkevin derve, werin vir.” Şadrak, Mêşak û Eved-Nego ji nav êgir derketin.
“Wan ev bersiv da û got: “‘Em xulamên Xwedayê erd û ezmanan in. Em Mala ku ji gelek salên berê ve hatiye avakirin, ji nû ve ava dikin. Padîşahekî mezin ê Îsraêlê ew ava kir û qedand.
Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ez li Siyonê kevirekî bingehîn, Kevirekî ceribandî, Kevirekî hêja yê riknê yê ewle datînim. Kesê bawer dike wê telaşê neke.
Roja min bav û kalên we ji welatê Misrê, ji êtûna helandina hesin deranî, min li wan emir kir û got: Guh bidin dengê min û her tiştê ku li we emir dikim pêk bînin ku hûn bibin gelê min û ez jî bibim Xwedayê we.
Gava nêzîkî çalê bû ku Daniyêl jî tê de bû, bi dengekî bi keser gazî kir û got: “Daniyêlo! Xulamê Xwedayê Jîndar! Xwedayê te yê ku tu herdem jê re dua dikî, gelo karibû te ji şêran rizgar bike?”
Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.
Lê Pawlos li wan vegerand û got: «Em ên ku hemwelatiyên Romayî ne, bêyî ku dîwana me bê kirin, li ber xelkê li me xistin û em avêtin zîndanê. Niha bi dizî me derdixin? Na, ev yek çênabe! Bila ew bi xwe bên û me derxin.»
Ma niha ez lê digerim ku li mirovan an li Xwedê xweş bêm? An ez dixebitim ku mirovan dilxweş bikim? Eger min hê bixwesta ku ez mirovan dilxweş bikim, ez nedibûm xulamê Mesîh.
Gava tevahiya gelê Îsraêl Çemê Şerîayê derbas dikir, kahinên ku Sindoqa Peymana Xudan hildigirin, li erdê ziwa yê di nîvê çêm de sekinî. Bi vî awayî tevahiya milet çemê ziwa derbas kir.
Heta her tişta Xudan li Yêşû emir kiribû ku ji gel re bêje pêk hat, kahinên sindoq hildigirin di navenda çêm de sekinîn. Her tişta ku Mûsa li Yêşû emir kiribû pêk hat. Gel jî yekser çêm derbas kir.