24 Nebûxadnessarê Padîşah şaş ma û jinişkave rabû ser xwe. Ji şêwirmendên xwe re got: “Ma kesên ku me avêtin nav êgir, ne sê kes bûn?” Şêwirmendan got: “Bêguman, ya padîşah!”
Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”
Xwedayê min milyaketê xwe şand û devê şêran girt. Wan dest neda min, çimkî li pêş wî tu sûcê min nehat dîtin. Ezbenî, min li ber te jî tu xerabî nekiriye.”
Em wezîr, qeymeqam, setrab, şêwirmend û walî, ji bo ku padîşah qanûnekê derxe, me hemûyan li hev kir. Ya padîşah, kî di nav sî rojan de, ji te pê ve ji mirovekî yan ji îlahekî re dua bike, bila wî bavêjin çala şêran.
Şawûl dît ku Dawid şerê Golyatê Filîstî dike. Ji Avnêrê fermandarê artêşê pirsî: “Ya Avnêr, ev xort kurê kê ye?” Avnêr got: “Bi serê te nizanim padîşahê min.”