22 Emrê padîşah gelek dijwar bû û tenûr jî zêde sincirî bû. Ji ber vê yekê gurbûna êgir, zilamên ku Şadrak, Mêşak û Eved-Nego avêtin şewitandin û ew mirin.
Padîşah emir kir, wan zilamên ku giliyê Daniyêl kiribûn anîn. Wî ew bi jin û zarokên wan ve avêt çala şêran. Hê negihîştibûn binê çalê, şêran ew li hewayê girtin û hemû hestiyên wan şikandin.
Çaxê Hêrodês li wî geriya û ew nedît, nobedar kişandin pirsyariyê û emir kir ku bên kuştin. Û Hêrodês ji Cihûstanê berjêrî Qeyseriyê bû û li wê derê ma.