Daniyêl 2:9 - Kurmanji Încîl9 Lê heke hûn şiroveya xewna min nekin, ji bo we cezayek heye. Bi hêviya ku rewşa wê biguhere, we di nav xwe de li hev kiriye ku ji min re gotinên xelet û derew bêjin. Niha xewna min ji min re bêjin û ezê bizanim hûn dikarin şirove bikin.” Faic an caibideil |
“Hemû karmendên padîşah û miletên ku li herêmên wî rûdinin dizanin ku bêyî ku hatibe gazîkirin ji bo her kesê ku dikeve hewşa hundir a qesrê û nêzîkî padîşah dibe tenê rêzikek heye: Heta ku padîşah gopalê xwe yê zêrîn dirêj neke û canên wan nebexişîne, ew kes tên kuştin. Ev sî roj in ku ez jî, ji bo hizûra padîşah nehatime gazîkirin.”