5 Ez Daniyêl, min dît va ye du zilamên din, yek li vî aliyê çêm, yek jî li aliyê din ê çêm disekine.
Piştre destek li min ket, wî ez rakirim ser dest û çokan.
Piştre, yekî ku dişibiya kurê mirovan dest da lêvên min. Min devê xwe vekir, ez peyivîm û min ji yê li ber min disekine re got: “Ezbenî, bi vê dîtiniyê re diêşim û nikarim xwe bidim hev.
Lê tu, Daniyêlo, heta dema ku dawî hat, van gotinan veşêre û nivîsê mor bike. Ji bo ku agahiya wan zêde bibe, wê gelek kes lê bikolin.”
Îcar yekî ji zilamê ku li ser ava çêm disekine û kitan li xwe kiriye re got: “Wê kengê dawiya van karên nedîtî bê?”