41 Wê bikeve Welatê Xweş û wê gelek welat jî bikevin. Lê wê serekên Edom, Moav û Emmonê ji destê wî xilas bibin.
“Lê di rojên pêş de, Ezê Moavê vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan. Dadbarkirina Moavê li vir xilas dibe.
“Lê piştre ezê Emmoniyan vegerînim firehiya berê.” Ev e gotina Xudan.
Misrî, Cihûdayî, Edomî, Emmonî, Moavî û hemû kesên ku li beriyê dijîn û kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin. Çimkî tevahiya van miletan bêsinet in û tevahiya Mala Îsraêl di dil de bêsinet in.”
Li hember yên ku li ber wî rabûne, wê li gorî dilê xwe bike û tu kes li pêş wî nesekine. Wê bi armanca hilweşandinê Welatê Xweş dagir bike.
Wê destê xwe dirêjî gelek welatan bike û welatê Misrê jî, ji destê wî rizgar nebe.
Wê di navbera deryayê û Çiyayê Pîroz ê delal de konên padîşahiyê deynin. Lê dîsa jî wê ev bibe dawiya wan û wê tu kes alîkariya wan neke.
Îcar ji qiloçekî ji wan, qiloçekî biçûk derket. Ber bi başûr, rojhilat û Welatê Xweş ve dihat û her ku diçû mezin dibû.