Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Daniyêl 11:2 - Kurmanji Încîl

2 Herwiha milyaket got: “Niha ez rastiyê ji te re bêjim: Wê ji padîşahiya Parsan sê padîşahî derkevin. Wê yê çaran ji hemûyan dewlemendtir be. Gava bi saya dewlemendiya xwe hêzdar bû, wê her kesî li dijî padîşahiya Yewnanistanê rake.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Daniyêl 11:2
17 Iomraidhean Croise  

Karê avakirina Mala Xudan a li Orşelîmê wê gavê sekinî. Heta dusaliya padîşahiya Daryûsê Padîşahê Parsê avakirina perestgehê sekinî.


Di rojên Artahşastayê Padîşahê Parsê de, Bîşlam, Mîtredat, Tavêl û hemû hevalbendên wan ên din, nameyek ji Artahşasta re nivîsandin. Name bi zimanê aramî hat nivîsandin û wergerandin.


Ahaşwêroş di serdema padîşahiya xwe de, ji Hindistanê heta Hebeşistanê, li ser sed û bîst û heft bajaran padîşahî dikir.


Ez van gotinan hînî te dikim Ku tu bizanî çi rast û ewle ne, Tê jî bersiva rast bidî kesên te dişînin.


Di sala sisêyan a padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de sirek ji Daniyêlê ku bi navê Bêlteşassar tê zanîn re vebû. Ev tişt rast bû û li ser şerekî mezin bû. Daniyêl di dîtiniya xwe de ev yek fêm kir.


“Wê hêz û wêrekiya xwe bicivîne û bi artêşeke mezin li dijî Padîşahê Başûr rabe. Wê Padîşahê Başûr jî bi artêşeke gelekî mezin û hêzdar şer bike. Wê li ber xwe nede, çimkî li dijî wî fen û fûtan çêkirine.


“Cinawirê din wekî hirçê bû. Li ser kêlekekê xwe sekinîbû. Di nav diranên wî de sê parsû hebûn. Jê re got: ‘Rabe, heta ku tu dikarî goşt bixwe.’


Ew nêrî Padîşahê Yewnanan e. Qiloçê mezin ê di nav herdu çavên wî de, padîşahê pêşî ye.


“Ev dîtinî rast e ku êvarê û serê sibê ji te re hat gotin. Lê tu eşkere neke. Çimkî li ser rojên dûr in.”


Min dît ku beran bi qiloçê xwe li aliyê rojava, li aliyê bakur û li aliyê başûr dixe. Tu heywanî pê nikaribû û kes ji destê wî rizgar nedibû. Her ku diçû beran hêzdartir dibû.


Bi rastî, bêyî ku sira xwe ji xulamên xwe Û ji pêxemberan re nebêje, Reb Xudan tiştekî nake.


Em dizanin ji wan kesên ku peyva Xwedê ji wan re hatiye, ‹îlah› hatibe gotin jî, Nivîsara Pîroz xera nabe.


Hingê yê ku li ser text rûniştibû got: «Va ye, ez her tiştî nû çêdikim.» Û got: «Binivîse, çimkî ev peyvên ha dilsoz û rast in».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan