19 Paşê wê Padîşahê Bakur kelehên welatê xwe talan bike, lê wê biterpile, bikeve û neyê dîtin.
Wê wekî xewnekê bifirin û careke din neyên dîtin, Wê wekî dîtiniyeke şevê bên qewitandin.
Bêyî ku lê bikole, ew mezinan dişikêne Û kesên din li cihê wan datîne.
Xerabên ku hember û dijminên min in, Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin, Ew bi xwe terpilîn û ketin.
Min zilamê xerab û bêrehm dît, Wek dara ku li ciyê xwe şîn bûye, Şax û gulî dabû;
Belê derbas bû, êdî tune bû, Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû.
Wê dinya wekî serxweşekî bişewişe, Wekî holikekê biheje. Neheqiya wê li ser wê giran dibe, Wê bikeve û cardin ranebe.
“Lê kesê lingsivik nikare bireve, Mêrxas nikare bifilite. Li bakur, li ber Çemê Feratê, Ew terpilîn û ketin.
“Ji malbata keçikê wê kesek bibe Padîşahê Başûr. Ew kes wê li dijî artêşa Padîşahê Bakur şer bike. Wê keleha wî zevt bike û wan têk bibe.