18 Piştre wê berê xwe bi aliyê welatên li ber keviyên deryayan ve bike û piraniyê bi dest bixe. Lê wê fermandarek dawiyê li quretiya wî bîne û pozbilindiya wî lê bizivirîne.
“Ezê nîşanekê bixim nav wan. Ezê ji wan filitiyan bişînim nav miletan. Ezê bişînim Tarşîşê, Pûtê, Lûdê –welatê tîravêjan– Tûvalê û Yewnanyayê. Ezê bişînim keviyên deryayên dûr ku nav û dengê min nebihîstine û rûmeta min nedîtine. Wê di nav miletan de rûmeta min bidin bihîstin.”
“Miletno, guh bidin gotina Xudan! Bi keviyên dûr ên deryayan bidin bihîstin û bêjin: ‘Yê ku gelê Îsraêl belav kiriye wê bide hev, Wekî şivên, wê keriyê xwe biparêze.’
Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.
Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.