15 Piştre wê Padîşahê Bakur bê, axê bispêre ber sûran, bike palsipêr û bajar bixe destê xwe. Wê hêzên Padîşahê Başûr li ber wî nesekinin û leşkerên wî yên bijare jî nikaribin li ber xwe bidin.
Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan li ser xaniyên vî bajarî û qesrên Padîşahiyên Cihûdayê yên ku we bi xwe hilweşandin ku li dijî şer û dorpêçanê bûn kozikên parastinê, wiha dibêje:
Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.
Çimkî Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Daran bibirin û li dijî Orşelîmê palan ava bikin, Ev bajarê ku divê bê cezakirin, Di nav wê de, ji xeynî zordestiyê tiştek tuneye.
Piştî çend salan wê Padîşahê Başûr bi Padîşahê Bakur re yekîtiyê çêke û keça xwe bide Padîşahê Bakur. Lê hem keçik û hem jî bavê keçikê wê hêz û bandora xwe winda bikin. Wê keçik, bavê wê û kesên di vê meselê de bûne piştgir û alîkar jî bidin dest.
Min dît ku ew nêzîkî berên bû, li dijî wî hêç bû, li berên xist û herdu qiloçên wî şikandin. Wî beran li erdê xist, perçiqand. Tu hêza berên tunebû ku li ber xwe bide. Êdî tu kesê ku beran ji destê wî rizgar bike nemabû.