14 “Wê gelek kes li hember Padîşahê Başûr derkevin. Wê ji gelê te hinek zordar jî, ji bo ku dîtinî bê cih serî hildin, lê wê têk herin.
Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê.
Piştre wê Padîşahê Bakur bê, axê bispêre ber sûran, bike palsipêr û bajar bixe destê xwe. Wê hêzên Padîşahê Başûr li ber wî nesekinin û leşkerên wî yên bijare jî nikaribin li ber xwe bidin.
Çimkî Xwedê xist dilê wan, ku daxwaza wî pêk bînin û di fikrekê de bin û padîşahiya xwe bidin cenawir heta ku peyvên Xwedê bên cihê xwe.