Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Daniyêl 11:12 - Kurmanji Încîl

12 Gava ev artêşa mezin ji holê hat rakirin, wê Padîşahê Başûr qure bibe. Wê bi deh hezaran mirovan bikuje, lê wê bi ser nekeve.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Daniyêl 11:12
19 Iomraidhean Croise  

Te Edomî têk birin û dilê xwe qure dike. Ev besî te ye! Li mala xwe rûne. Çima tu serê xwe dixî belayê û ketina te û gelê Cihûda tînî?”


Beriya hilweşînê pozbilindî, Beriya ketinê jî ruhê quretiyê tê.


“Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr.


Çimkî wê Padîşahê Bakur artêşeke mezintir bicivîne, piştî çend salan, bi artêşeke baş amadekirî re bê.


Te li hember Rebê Ezmanan xwe mezin kir. Firaxên Perestgeha wî anîn ba te, te û giregirên te, jin û cariyeyên te, we bi wan şerab vexwar. We pesnê îlahên zîvîn, zêrîn, tûncîn, kevirîn, darîn û ji hesin da û we rûmet neda Xwedê. Xwedayê ku hilma te di destê wî de ye û bi hemû riyên te dizane.


Wê bi fen û fûtan bi ser bikeve. Wê gelek kesên di ewlehiyê de, tune bike. Wê li dijî Serekê Serekan rabe. Lê wê jinişkave bişikê.


wê gavê qure nebin. Xwedayê xwe Xudan ê ku hûn ji welatê Misrê, ji warê koletiyê deranîn ji bîr nekin.


Bila ew ne bawermendekî nû be, da ku qure nebe û wek Îblîs neyê dîwankirin.


Xortno, bi vî awayî bi ya rihspiyan bikin û hemû li hember hev nefsbiçûk bin. Çimkî: «Xwedê li hember pozbilindan disekine Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan