11 “Wê Padîşahê Başûr hêrs bibe û here li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Bi ser ku Padîşahê Bakur artêşeke mezin civandiye jî, wê ev artêş bikeve destê Padîşahê Başûr.
Pêxemberek nêzîkî Ahavê Padîşahê Îsraêlê bû û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Te ev artêşa mezin dît? Va ye, îro ezê wê bidim destê te û wî çaxî tê bizanibî ku ez Xudan im.’”
Zilamê Xwedê nêzîk bû û ji Padîşahê Îsraêlê re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Madem Aramiyan got: Xudan Xwedayê çiyayan e û ne Xwedayê deştan e, ezê tevahiya vê qelebalixê bidim destê te û wê gavê hûnê bizanibin ku ez Xudan im.’”
“Di dema dawî de wê Padîşahê Başûr li dijî Padîşahê Bakur şer bike. Wê Padîşahê Bakur bi erebeyên şer, bi hespan, bi gelek gemiyan re wekî bagerê bê. Wekî lehiyê wê bi ser welatan ve bibare û wan wêran bike.
Min dît ku ew nêzîkî berên bû, li dijî wî hêç bû, li berên xist û herdu qiloçên wî şikandin. Wî beran li erdê xist, perçiqand. Tu hêza berên tunebû ku li ber xwe bide. Êdî tu kesê ku beran ji destê wî rizgar bike nemabû.