2 Reb Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hin taximên li Mala Xwedê kir destê Nebûxadnessar. Nebûxadnessar ew bi xwe re birin welatê Şînarê û danîn nav xezîneya mala îlahê xwe.
Ma kî Aqûb da şelandin? Ma kî Îsraêl da destê talankaran? Ew Xudan e ku me li dijî wî guneh kir, Ma ne wisa ye? Wan nexwest di riyên wî de bimeşin, Wan guhdariya Şerîeta wî nekir.
Di sala çaran a Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku yeksaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bû, gotina Xudan li ser tevahiya gelê Cihûda ji Yêremya re hat.
Wê gavê min ji kahin û tevahiya vî gelî re got: “Xudan wiha dibêje: ‘Hûn guh nedin gotinên pêxemberên ku ji we re dibêjin: Va ye, taximên li Mala Xudan wê ji Babîlê zû bên anîn. Çimkî ew pêxemberiya derewîn dikin.
Lê gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê êrîşî welêt kir, me got: ‘Werin em ji ber artêşên Kildanî û Aramiyan herin Orşelîmê.’ Loma em li Orşelîmê dimînin.”
“Di nav miletan de bêjin, bidin bihîstin! Alê daçikînin, bidin bihîstin! Veneşêrin û bêjin: ‘Babîl hat standin! Bêlê îlah şermezar bû, Mardûk hat şikestin. Îlahên wê şermezar bûn, pûtên wê şikestin.’
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.