8 Ji wir, Gîdyon çû Penûêlê û ji gelê wir jî xwarin xwest. Gelê Penûêlê jî wekî bersiva gelê Sûkkotê bersivek da wî.
Ji ber vê yekê, heta roja îro gelê Îsraêl kirkirkê ser qorikê naxwin. Çimkî serê qorika Aqûb derb xwaribû.
Yarovam li herêma çiyayî ya Efrayîmê, bajarê Şexemê çêkir û li wir ma. Paşê ji wir çû û bajarê Penûêlê çêkir.
Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’
Ez nanê xwe, ava xwe, goştê ku min ji bo pezbirên xwe serjê kiriye, çima bidim van kesan ku nizanim ji ku hatine?”