21 Li ser vê yekê Zevah û Salmunna ji Gîdyon re got: “Tu me bikuje! Çimkî karê mêran tenê mêr dikin.” Gîdyon rabû, Zevah û Salmunna kuşt. Wî heyvikên stûyên deveyên wan jî hildan.
Giraniya guharên zêrîn ên ku Gîdyon standin, hezar û heft sed şekel bû. Bi ser de, wî heyvik, gerdenî û kincên binevşî yên ku padîşahên Mîdyaniyan li xwe dikirin û zincîrên ku ji stûyê deveyan derxistibûn, standin.
Avîmelek di cih de gazî xulamê xwe yê ku çekan hildigire kir û got: “Şûrê xwe bikişîne û min bikuje. Bila kes li ser min nebêje: ‘Jinekê ew kuşt.’” Xulam lê xist û kuşt.