21 Lê Yaela jina Hever singekî kon û çakûç hilda. Ew hêdî çû ba Sîserayê ku westiyaye û di xewê re çûye. Wê sing danî ser cênîka wî û heta ku di erdê re derket kuta. Bi vî awayî Sîsera mir.
Lê belê Xwedê, ji bo ku şehrezayan bide şermkirin, tiştên dinyayê yên bêaqil bijartin; û Xwedê, ji bo ku yên hêzdar bide şermkirin, tiştên dinyayê yên qels bijartin.
Baraqê ku dida pey Sîsera hat. Yael jî hat pêşwaziya wî û jê re got: “Ka were, ez zilamê tu lê digerî nîşanî te bidim.” Ew ket konê wê û dît ku Sîsera ketiye û miriye. Singek di cênîka wî de çikandî bû.
Deborayê got: “Baş e, ezê bi te re bêm. Lê riya ku te xwestiye wê te birûmet neke. Çimkî wê Xudan Sîsera bide destê jinekê.” Îcar Debora rabû û pê re çû Qedeşê.