17 Sîserayê ku reviya, bi peya çû û ket konê Yaela jina Heverê Qênî. Çimkî di navbera Yavînê Padîşahê Hasorê û binemala Heverê Qênî de aştî hebû.
Xudan şermî barand bi ser mîrên wan, Di çola bêrê de ew eware gerand.
Bila sifra li ber wan ji bo wan bibe dafik, Hê di aştiyê de ne, têkevin defikan!
Pozbilindiya mirov wî nizim dike, Lê nefsbiçûkî rûmetê tîne.
Xwedayê min dibêje: “Aştî ji xeraban re tuneye.
Wê rojê wêrekê mêrxasan Wê çekên xwe bihêle û bireve.” Ev e gotina Xudan.
Baraq jî heta Haroşet-Goyîmê da pey erebeyên şer û artêşê. Tevahiya artêşa Sîsera ket ber şûran. Tu kes nefilitî.
Yaelê pêşwaziya Sîsera kir û jê re got: “Were ezbenî, were ba min. Netirse.” Bi vî awayî Sîsera xwe avêt konê wê. Wê jî ew bi lihêfê nixamt.
“Bila Yaelê jina Heverê Qênî, Di nav jinan de bi zêdebarî pîroz be! Bila di nav jinên konan de, Bi zêdebarî pîroz be!
“Di dema Şamgarê kurê Enat de, Di rojên Yaelê de riyên kerwanan hatin birîn, Rêwî di rêçik û şiverêyan re çûn.