11 Di vê navberê de Heverê Qênî ji Qêniyên din qetiyabû ku ji ziriyeta Hovavê xezûrê Mûsa bûn. Wî konê xwe li ber darmaziya Saenannîmê danîbû ku nêzîkî Qedeşê bû.
Mûsa ji Hovavê kurê Reûêlê Mîdyanî yê xezûrê xwe re got: “Em diçin warê ku Xudan got: ‘Ezê bidim we.’ Bi me re were, emê qenciyê bi te bikin. Çimkî Xudan soz da ku wê qenciyê bi gelê Îsraêl bike.”
Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê.
Şawûl ji Qêniyan re got: “Herin veqetin, ji nav Emalêqiyan derkevin ku ez bi wan re we jî helak nekim. Çimkî dema ew ji Misrê derketin we dilovanî bi hemû Îsraêliyan re kir.” Qênî jî, ji nav Emalêqiyan veqetiyan.