5 Gelê Îsraêl got: “Gava em civiyan û hatin hizûra Xudan, ji nav hemû eşîrên Îsraêl kîjan nehat?” Çimkî wan li Mîspayê sond xwaribû û gotibû: “Her kesê neyê, divê esse bê kuştin.”
Milyaketê Xudan got: ‘Naletê li Mêrozê bînin, Naleta giran li ser şêniyên wê be. Çimkî ew nehatin alîkariya Xudan, Li dijî zordaran, ew nehatin alîkariya Xudan.’
Cotek ga hildan û ew perçe kirin. Bi destê qasidan, ew perçe şandin seranserê welatê Îsraêl û wiha got: “Her kesê ku nede pey Şawûl û Samûêl, wê wiha were ser gayên wî jî.” Tirsa Xudan kete ser gel. Gotina xwe kirin yek û bi hev re çûn.
Wê rojê Îsraêlî ji hal ketibûn. Çimkî Şawûl gel dabû sondê û gotibû: “Heta ez heyfa xwe ji dijminên xwe nestînim, nalet li wî ku heta êvarê nan bixwe!” Ji ber vê yekê jî tu kesî tiştek nexwaribû.