6 Yêşû gel berda. Hemû gelê Îsraêl çû ku mîrasa wan ji xwe re bike milk.
Bi vî awayî Yêşû ew pîroz û bereket kirin û paşê jî bi rê kirin. Ew vegeriyan konên xwe.
Loma wan navê wê derê Boxîm danî û li wir ji Xudan re qurban serjê kirin.
Di tevahiya emrê Yêşû û emrê rîspiyên ku piştî Yêşû sax mane de gelê Îsraêl xulamiya Xudan kir. Wan hemû kirinên Xudan ên mezin ji bo gelê Îsraêl kirine dîtibûn.