20 Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû. Wî got: “Ji ber ku vî miletî peymana min a ku min li bav û kalên wan emir kir xera kir û guhdariya dengê min nekir,
Wê ev peyman, ne wekî wê peymanê be Ku min bi bav û kalên wan re çêkir. Gava min bi destê wan girt û ji welatê Misrê deranî, Tevî ku ez mêrê wan jî bûm, wan peymana min xera kir.” Ev e gotina Xudan.
Îcar hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û heta tevahiya wî nifşê ku tiştên di çavê Xudan de xerab in kiribûn qedand, wî ew çil salan li beriyê da gerandin.
Heke hûn peymana ku Xwedayê we Xudan li we emir kiriye binpê bikin, herin xulamiya îlahan bikin û li ber wan herin ser çokan, wê hêrsa Xudan li dijî we rabe û hûnê yekser li ser vî welatê qenc ê ku daye we tune bibin.”
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.
Lê gava dadger dimiriya, dizivirîn û ji bav û kalên xwe bêtir xera dibûn. Wan dîsa dida pey îlahan, xulamiya wan dikirin û li ber wan deverû diçûn erdê. Wan dev ji tu kar û riya serhişkiyê bernedida.