8 Roja pêncan, serê sibê zû rabû ku here. Xezûrê wî got: “Lez neke, heta piştî nîvro bisekine.” Piştre herduyan bi hev re xwarin xwar.
Şeraba ku dilê mirov şa dike, Runê ku rûyê mirov dikenîne, Nanê ku hêz dide dilê mirov, tu didî.
Roja çaran, serê sibê zû rabûn. Gava zava xwest here, bavê jinikê jê re got: “Lez neke, pariyekî nan bixwe, piştre hûnê herin.”
Ew rabû ser piyan ku here, lê xezûrê wî careke din zorê lê kir. Ew rûnişt û wê şevê jî li wir ma.
Gava zilam, carî û xulamê wî rabûn ku herin, xezûrê wî got: “Binêre êdî êvar e. Ji kerema xwe, şeva xwe li vir biborîne û bila dilê te xweş be. Berê êvarê ye. Tê serê sibê zû rabî û herî konê xwe.”