3 Mêrê wê rabû çû ba wê ku li ber dilê wê bide û wê bîne malê. Xulamê wî û du ker jî pê re bûn. Jinikê ew bir mala bavê xwe. Çaxê bavê jinikê ew dît, şa bû û xêrhatina wî kir.
“Heke zilamek jina xwe berde Û jina wî here, bi kesekî din re bizewice, Ma ew zilam wê careke din vegere ba wê? Gelo ev yek wê welêt bi tevahî qirêj neke? Te bi gelek yaran re fahîşetî kir Û tu dixwazî vegerî ba min?!” Ev e gotina Xudan.
Xwedê ji ber çûyîna wî hêrs bû. Milyaketê Xudan ji bo ku rê li ber wî bigire, li ser riya wî sekinî. Ew li kera xwe siwar bûbû û du xulamên wî pê re bûn.
Birano, eger yek di neheqiyekê de bê girtin, hûn ên ku ruhanî ne, yekî weha bi ruhê nermîtiyê bînin ser rê. Tu jî hay ji xwe hebe, da ku tu neyî ceribandin.
Piştî demekê, di dema rakirina genim de Şîmşon karikek hilda û çû serdana jina xwe. Wî got: “Ez dixwazim herim ba jina xwe.” Lê bavê keçikê nehişt ew here odeyê.