23 Xweyê malê derket derve, çû ba wan û ji wan re got: “Na, birano! Ez ji we rica dikim, xerabiyê nekin. Zilam xwe avêtiye mala min. Hûn vê kirêtiyê nekin.
Binêrin, du keçên min ên ku destê tu mêran li wan neketiye hene. Ez wan ji we re bînim. Çi dixwazin bi wan bikin lê tiştekî bi van zilaman nekin. Çimkî wan xwe spartiye siya banê min.”
Di vê navberê de kurên Aqûb ji çolê vedigeriyan. Gava wan ev yek bihîst, gelek dilêş û hêrs bûn. Çimkî Şexem bi keça Aqûb re razabû û li welatê Îsraêl kirêtî kiribû. Divê ev yek qet nehata kirin.
wê keçikê bînin ber deriyê mala bavê wê û mirovên bajêr wê bidin ber keviran û bikujin. Çimkî gava ew li mala bavê xwe bûye, wê zina kiriye. Wê li welatê Îsraêl kirêtî kiriye. Tê xerabiyê ji nav xwe rakî.
Ji ber ku wî peymana Xudan binpê kiriye û li welatê Îsraêl kirêtî kiriye, wê zilamê ku bi tiştên veqetandî hatiye girtin, bi her tiştê xwe re bê şewitandin.”