1 Di wan rojan de, gava li welatê Îsraêl padîşah tunebû, li pişta herêma çiyayî ya Efrayîmê Lêwiyiyek dima. Wî ji Bêtlehema Cihûdayê ji xwe re cariyeyek anîbû.
Gava Dawidê Padîşah gihîşt qesra xwe ya li Orşelîmê, wî deh cariyeyên ku li qesrê binêrin li wir hiştibûn, hildan bin çavdêriya xwe û xweyî kirin. Lê bi wan re raneza. Heta mirina xwe, wekî jinebî li wir man.
Keçika ku êvarê diçû ba padîşah, dotira rojê dihat harema diduyan ba axayê haremê Şaeşgaz. Ew ji cariyeyan berpirsiyar bû. Keçika ku padîşah bi navê wê gazî nedikir û ne bi dilê wî bû, careke din nikaribû here ba padîşah.
Wan firaxên zêrîn ên ji Perestgehê, ji Mala Xwedê ya li Orşelîm derxistine anîn. Paşê padîşah û zilamên wî yên mezin, jin û cariyeyên wan bi van firaxan vexwar.
Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.
‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda! Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î. Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!› »