10 Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!”
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
Esawiyên li Seîrê diman û Moaviyên li Erê diman destûr da min. Tu jî destûrê bide min heta ku ez Çemê Şerîayê derbas bibim û herim welatê ku Xwedayê me Xudan dide me.’
“Gelê Îsraêl! Niha qanûn û rêbazên ez hînî we dikim bibihîzin ku hûn bijîn, bikevin welêt û wî ji xwe re bikin milk ku Xwedayê bavkalên me Xudan dide we.
Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.
Her pênc zilam rabûn çûn. Gava hatin Layîşê, wan dît ku xelkê bajêr wekî Saydayiyan xuya dibûn; bêxem, di aramî û ewlehiyê de dijîn. Xelkekî din ê ku li wan zorê dikir tunebû. Ew ji Saydayiyan dûr bûn û têkiliya wan bi kesekî re tunebû.