Dadger 17:3 - Kurmanji Încîl3 Mîxa hezar û sed perçe zîv li diya xwe vegerand. Diya wî got: “Ji bo ku kurê min pûtekî rijandî yê zîvîn çêke ku ez tevahiya zîvê heyî di riya Xudan de bidim. Niha ezê zîv li te vegerînim.” Faic an caibideil |
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.