10 Mîxa jê re got: “Li ba min bimîne. Ji bo min şêwirmendî û kahintiyê bike. Ezê nanê te bidim, salê destek cil û deh zîvan jî bidim te. Lêwiyî ev yek qebûl kir.”
Ji ber vê yekê, kesên ku ez şandim vir ne hûn in, lê Xwedê ye. Wî ez ji Firewn re kirim bav, li ser qesra wî xweyî û ji seranserê welatê Misrê re kirim serwer.
Wek ku Xwedê ji we dixwaze, bi çavdêrîtî şivantiya keriyê Xwedê yê ku li ber we ye, ne ji mecbûrî lê ji dil bikin. Îcar vê ne ji bo qezenceke bêserûber, lê bi dilxwazî bikin.
Hemû kesên ji malbata te sax mane, wê ji bo qetek zîv û pariyek nan werin û bejna xwe li ber wî bitewînin. Wê lava bikin û bêjin: Ji kerema xwe ji dêla ziktêrkirinê karekî kahintiyê bispêrin min!’”