9 Zilam li odeya navîn ketibûn kemînê. Delîla jê re got: “Şîmşon, Filîstî bi ser te de hatin!” Şîmşon şivên ter, çawa ku agir bi kendîran dikeve û diqete, qetandin. Wî sira hêza xwe nedabû.
Gava Şîmşon nêzîkî Lehiyê bû, Filîstî qîriyan û ber bi wî ve çûn. Ruhê Xudan bi hêzeke mezin hat ser Şîmşon û werîsên li ser milên wî wekî kitanê ser êgir ji hev belav bûn û girêkên li ser destê wî ketin.