2 Xezayî pê hesiyan: “Şîmşon li vir e.” Paşê wan dor lê girt û tevahiya şevê li ber dergehê bajêr, di kemînê de man. Wan got: “Gava roj hiltê, emê wî bikujin” û tevahiya şevê ew bêdeng man.
Îcar hûn û civîna giregiran, ji serhezar bixwazin ku wî bîne xwarê ba we, wek ku hûnê lêkolîneke hê rastir li ser Pawlos bikin. Em jî amade ne, hê beriya ku ew bigihîje, em wî bikujin.»
Lê Şîmşon tenê heta nîvê şevê raza. Nîvê şevê rabû û du baskên dergehê bajêr û stûnên wî hildan, tevî zirzeyê ji cihê wan rakirin, ew danîn ser milên xwe. Paşê wî ew derxistin bilindciyê li pêşberî Hevronê.
Şawûl ji bo kuştina Dawid kes şandin mala wî ku çavdêriya wî bikin û serê sibê jî wî bikujin. Lê Mîkala jina wî pê hesiya û jê re got: “Heke tu îşev nerevî û xwe xilas nekî, tê sibê bêyî kuştin.”
Şawûl li vî aliyê gelî, Dawid û zilamên wî jî li aliyê din ê gelî ber bi hev ve dimeşiyan. Dawid hewl dida ku bireve û xwe ji Şawûl û zilamên wî rizgar bike. Leşkerên Şawûl ji bo Dawid û zilamên wî bigirin nêzîk bûn.