6 Îcar Filîstiyan got: “Kê ev yek kir? Hebe nebe ev karê Şîmşonê zavayê Tîmnayî ye. Çimkî Tîmnayî, jina wî jê stand û da hevalê wî.” Li ser vê yekê ew çûn, wan jinik û bavê wê şewitandin.
Û di vê yekê de tu kes heqê birayê xwe nexwe û li hember wî sûc neke. Wek ku me pêşî ji we re got û tembîh li we kir, Xudan ji bo van hemû tiştan heyfê hiltîne.
Efrayîmî çekên xwe hildan, derbasî Safonê bûn û wan ji Yîftah re got: “Çima gava tu çûyî û te li dijî Emmoniyan şer kir, te gazî me nekir? Emê te bi mala te ve bişewitînin.”
Roja çaran xortan ji jina Şîmşon re got: “Mêrê xwe bixapîne. Bila bersiva mamikê bide te. Yan na, emê te û malbata bavê te bişewitînin. Ma we em vexwendin ku hûn me bişelînin?”