2 Bavê wê got: “Bi rastî min got qey tu jê nefret dikî. Loma min ew da hevalê te. Ma xwişka wê ya biçûk jê ne xweşiktir e? Di şûna wê de xwişka wê ji xwe re bîne.”
Tamarê cilên xwe yên jinebîtiyê derxistin. Wê şalika xwe nixamt û li ber deriyê Eynayîma ser riya Tîmnayê rûnişt. Çimkî wê dît ku Şêla mezin bûye û wê bi jinîtî jê re nabin.
Jina Şîmşon li ber wî giriya û got: “Tu ji min nefret dikî, tu ji min hez nakî! Te ji xortên gelê min re mamikek got lê tu bersiva wê ji min re nabêjî.” Şîmşon got: “Ez ji dê û bavê xwe re nabêjim, ma ezê ji te re bêjim?”