Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Dadger 13:14 - Kurmanji Încîl

14 Bila tu tiştekî ku ji mêwê derdikeve nexwe. Bila mey û şerabê venexwe. Bila tiştekî mirdar nexwe. Her tiştê ku min lê emir kir, pêk bîne.”

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Dadger 13:14
10 Iomraidhean Croise  

Wan got: “Em şerabê venaxwin, çimkî bavkalê me Yehonadavê kurê Rêxav li me emir kir û got: ‘Hûnê tu caran şerabê venexwin, ne hûn ne jî kurên we.


“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke mêrek an jinek, bi sozdana taybet ango sozdana nezîriyê ji Xudan re veqetîne,


Di hemû dema xwe veqetandiye de, ji sîsik heta qalikê wê, wê tu tiştekî ku ji mêwê çêdibe nexwe.


hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.»


Eger hûn tiştên ku min li we emir kirin bînin cih, hûn dostên min in.


Diya wî ji xizmetkaran re got: «Her çi ji we re bêje, bikin.»


“Hay jê hebin ku hûn her emrên li we dikim pêk bînin. Tiştekî li wan zêde nekin û tiştekî ji wan dernaxin.


Em bi saya Xudan ji we piştrast in ku çi tiştên me li we tembîh kirine, hûn dikin û hûnê bikin jî.


Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe.


Lê ji min re got: ‘Tê bi zaro bimînî û kurekî bînî. Ji niha û pê ve mey û şerabê venexwe, tiştekî mirdar nexwe. Çimkî kurik ji roja ku bikeve zikê diya xwe heta bimire, wê ji Xwedê re kesê sozdana nezîriyê be.’”


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan