12 Manoah got: “Gava gotina te pêk bê, wê şert û mercên kurik çi bin? Karê wî wê çawa be?”
Min Îbrahîm hilbijart ku li zarokên xwe û li nifşê piştî xwe emir bike ku hay ji riya min hebin û ya heq û rast bikin. Ezê jî soza min daye wî pêk bînim.”
Serê sibê, kerema xwe bi min bide bihîstin, Çimkî ez bi te bawer im; Riya ku ezê herim nîşanî min bide, Çimkî ez canê xwe ji te re bilind dikim.
Di zarokatiyê de riya rast hîn bike, Gava pîr bibe ew jê averê nabe.
Bavê min hînî min dikir û digot: “Bila dilê te bi gotinên min re be, Emrên min pêk bîne û bijî.
Bavno! Hûn jî hêrsa zarokên xwe ranekin, lê wan bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin.
Manoah rabû û da pey jina xwe. Gava gihîşt ba wî, jê re got: “Yê ku bi jina min re peyiviye, tu yî?” Wî got: “Erê, ez im.”
Milyaketê Xudan ji Manoah re got: “Bila jina te ji her tiştê ku min jê re got, xwe dûr bixe.