26 Sê sed sal e ku gelê Îsraêl li Heşbonê û gundên wê, li Eroêr û gundên wê, li hemû bajarên derdora Arnonê rûdinin. Ma çima we di wê demê de ev der nestandin?
“‘De rabin û ji Geliyê Arnonê derbas bibin. Va ye, min Sîhonê Amoriyê Padîşahê Heşbonê û welatê wî da destê we. Rabin welatê wî ji xwe re bikin milk. Êrîşî wî bikin.
Ji Eroêra li keviya Geliyê Arnonê heta bajarê Gîlada ku di gelî de bû, tu bajarekî zor û zehmet nema ku me nestand. Xwedayê me Xudan hemû danîn ber me.
Xudan ji min re got: ‘Jê netirse, çimkî min ew, tevahiya artêşa wî û welatê wî da destê te. Tişta ku te anî serê Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê li Heşbonê dima, tê bînî serê wî jî.’
Sîhonê Padîşahê Amoriyan ê ku li Heşbonê rûdinişt û li ser axa ji Eroêra li keviya Geliyê Arnonê û heta Çemê Yabboqê yê ku sînorê Emmoniyan bû dajot û nîvê herêma Gîladê tê de bû
û li ser axa Çiyayê Hermonê, Salkayê, tevahiya Başana ku digihîşt sînorên Geşûrî û Maexayiyan û nîvê din ê Gîlada ku digihîşt sînorê Sîhonê Padîşahê Heşbonê, serwerî dikir.
Wê salê, wan destpê kir ku zorê li gelê Îsraêl bikin. Wan hijdeh salan zordarî li gelê Îsraêl ê li rojhilatê Çemê Şerîayê kir ku li welatê Amoriyan ê Gîladê diman.