12 Yîftah qasid şandin ba Padîşahê Emmonê. Wî got: “Ma di navbera me de çi heye ku tu êrîşî welatê me dikî?”
Mûsa ji Qadêşê qasid şandin ba Padîşahê Edomê û got: “Birayê te Îsraêl dibêje: ‘Haya te ji hemû tengasiya ku me kişand heye:
Gelê Îsraêl ji Sîhonê Padîşahê Amoriyan re qasid şandin. Wan got:
Îcar wan bi qîrîn gotin: «Ya Kurê Xwedê, ma te çi ji me ye? Ma ji berî ku wext bê, tu hatî vir ku me bidî ezabê?»
“Piştre min ji Beriya Qedêmotê ji Sîhonê Padîşahê Heşbonê re bi daxwaza aştiyê qasid şandin. Wan got:
Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin.
Padîşahê Emmoniyan ji qasidên Yîftah re got: “Gava gelê Îsraêl ji Misrê derket, wan ji Geliyê Arnonê heta Çemê Yabboqê û Çemê Şerîayê welatê me stand. Niha tu van deran bê şer li min vegerîne.”
Yîftah ji wan re got: “Ez û gelê xwe em bi Emmoniyan re ketibûn pevçûneke giran. Min li we kir hewar, lê we ez ji destê wan rizgar nekirim.