11 Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin.
Em têrê nakin wek ku tiştekî ji me bi xwe ye em bifikirin; lê belê karîna me ji Xwedê ye.
Her dayîna qenc û her diyariya bêkêmahî ji jor e, ji Bavê ronahiyan tê xwarê. Li ba wî guherîn û siya zivironekiyê tune.
Eger şehrezayiya yekî ji we kêm be, bila ji Xwedayê ku bi camerî dide hemûyan û lê nahile, bixwaze û wê ji wî re bê dayîn.
Dîlan, Mîspe, Yoqteyêl,
Wê gavê Emmonî civiyan. Wan li Gîladê artêşgeh ava kir. Gelê Îsraêl jî civiya û li Mîspayê artêşgeh ava kir.
Yîftah qasid şandin ba Padîşahê Emmonê. Wî got: “Ma di navbera me de çi heye ku tu êrîşî welatê me dikî?”
Ruhê Xudan hat ser Yîftah. Ew di nav welatên Gîlad û Minaşşeyê re derbas bû, çû Mîspaya Gîladê û gihîşt Emmoniyan.
Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû.
Tevahiya gelê Îsraêl, ji Danê heta Beêr-Şevayê, bi welatê Gîlad re bi rê ket, li Mîspayê li hizûra Xudan wekî bedenekê civiyan.
Samûêl gelê Îsraêl li Mîspayê li hizûra Xudan civand
Gel jî çû Gîlgalê û Şawûl ji nû ve kir padîşah. Li pêşiya Xudan qurbanên aştiyê serjê kirin. Şawûl û tevahiya gelê Îsraêl gelekî şa bûn.
Samûêl guhdariya hemû gotinên milet kir û ew ji Xudan re gotin.