1 Şervanekî mêrxas ê ji Gîladê bi navê Yîftah hebû. Ew kurê fahîşeyekê bû. Bavê wî Gîlad bû.
Naemanê fermandarê artêşa Padîşahê Aramê, li ba xweyê xwe zilamekî mezin û birûmet bû. Çimkî Xudan bi saya wî rizgarî dabû Aramê. Ew leşkerekî mêrxas bû, lê kotî bûbû.
Û hê ez çi bêjim? Eger ez tiştên li ser Gîdeyon, Baraq, Şimşon, Yêfta, Dawid, Samûêl û li ser pêxemberan bêjim, dema min têrê nake.
Serekên Gîladê ji hev re got: “Kesê cara pêşî êrîşî Emmoniyan bike, wê bibe mezinê tevahiya şêniyên Gîladê.”
Jina Gîlad jî jê re kur anîbûn. Gava kurên jinê mezin bûn, wan Yîftah qewitand û got: “Tê ji mala bavê me mîrasê nestînî, çimkî tu kurê jineke din î.”
Milyaketê Xudan lê xuya bû û got: “Ya mêrxasê wêrek! Xudan bi te re ye.”
Xudan Yerûbbaal, Bedan, Yîftah şandin, min jî Samûêl şand. Ji bo ku hûn di nav ewlehiyê de bijîn, we ji destê dijminê we xilas kir.