8 Wê salê, wan destpê kir ku zorê li gelê Îsraêl bikin. Wan hijdeh salan zordarî li gelê Îsraêl ê li rojhilatê Çemê Şerîayê kir ku li welatê Amoriyan ê Gîladê diman.
Ev xerabî wê ji we re, Wekî qelşa dîwarekî bilind bibe Ku diwerime û li ber ketinê ye. Wê hilweşîna dîwêr jinişkave û di cih de bê.
Kesên ji ziriyeta Maxîrê kurê Minaşşe çûn Gîladê û wan ew desteser kir. Wan Amoriyên wir qewitandin.
Gava xelk dibêjin: «Dinya aştî û ewledarî ye», hingê wek êşa jina bizaro, helak wê ji nişkê ve bê ser wan û qet nikarin birevin.
Yayîr mir û li Qamonê hat veşartin.
Hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê Filîstî û Emmoniyan.
Îcar Emmonî ji Çemê Şerîayê derbas bûn ku li dijî Cihûdayî, Binyamînî û Mala Efrayîm şer bikin. Îsraêl di tengasiyeke mezin de bû.
Mîdyanî li dijî gelê Îsraêl bi ser ketin. Ji ber Mîdyaniyan, wan li çiyayan ji xwe re şikeft, sitargeh û derên veşartinê çêkirin.