2 Wî bîst û sê salan serweriya gelê Îsraêl kir. Piştre mir û li Şamîrê hat veşartin.
Piştî Avîmelek, Tolayê kurê Pûayê kurê Dodoyê Îssexarî ji bo rizgarkirina gelê Îsraêl rabû. Ew li herêma çiyayî ya Efrayîmê, li Şamîrê dima.
Piştî wî, Yayîrê Gîladî rabû. Wî bîst û du salan serweriya gelê Îsraêl kir.
Sê sed sal e ku gelê Îsraêl li Heşbonê û gundên wê, li Eroêr û gundên wê, li hemû bajarên derdora Arnonê rûdinin. Ma çima we di wê demê de ev der nestandin?