Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Dadger 10:18 - Kurmanji Încîl

18 Serekên Gîladê ji hev re got: “Kesê cara pêşî êrîşî Emmoniyan bike, wê bibe mezinê tevahiya şêniyên Gîladê.”

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Dadger 10:18
10 Iomraidhean Croise  

Wê pêşengên wê jê re bêjin: “Li wir padîşahî tuneye.” Wê dawiya hemû serekên wê bê.


Piştî mirina Yêşû, gelê Îsraêl ji Xudan pirsî û got: “Wê kî ji nav me pêşî here şerê Kenaniyan?”


Wê gavê Emmonî civiyan. Wan li Gîladê artêşgeh ava kir. Gelê Îsraêl jî civiya û li Mîspayê artêşgeh ava kir.


Şervanekî mêrxas ê ji Gîladê bi navê Yîftah hebû. Ew kurê fahîşeyekê bû. Bavê wî Gîlad bû.


Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin.


Piştî demekê Emmoniyan li dijî gelê Îsraêl şer kir.


Yîftahê Gîladî şeş salan serweriya gelê Îsraêl kir. Gava mir, li bajarekî Gîladê hat veşartin.


Gelê Îsraêl digot: “Hûn vî zilamî dibînin? Ew sondika gelê Îsraêl dixwe. Kesê wî bikuje wê padîşah ji bilî pereyeke mezin, keça xwe jî bidê. Wê jiyana malbatê xweş bike û nehêle ku bacê jî bidin Îsraêlê.”


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan