17 Wê gavê Emmonî civiyan. Wan li Gîladê artêşgeh ava kir. Gelê Îsraêl jî civiya û li Mîspayê artêşgeh ava kir.
Jê re Mîspa jî tê gotin. Çimkî Lavan got: “Em ji hev dûr jî bin, bila Xudan bibe şahidê me.
ji Heşbonê heta Ramat-Mîspeyê û Betonîmê, ji Mahanayîmê heta sînorê Devîrê bû.
Serekên Gîladê ji hev re got: “Kesê cara pêşî êrîşî Emmoniyan bike, wê bibe mezinê tevahiya şêniyên Gîladê.”
Îcar Yîftah bi rîspiyên Gîladê re çû. Gel ew ji xwe re kir serek û fermandar. Yîftah hemû gotinên xwe li Mîspayê, li hizûra Xudan gotin.
Ruhê Xudan hat ser Yîftah. Ew di nav welatên Gîlad û Minaşşeyê re derbas bû, çû Mîspaya Gîladê û gihîşt Emmoniyan.
Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû.
Piştî demekê Emmoniyan li dijî gelê Îsraêl şer kir.
Wan ji Yîftah re got: “Were, bibe fermandarê me û em li dijî Emmoniyan şer bikin.”
Samûêl got: “Tevahiya gelê Îsraêl li Mîspayê kom bikin, ezê jî, ji bo we lavayî Xudan bikim.”