1 Piştî Avîmelek, Tolayê kurê Pûayê kurê Dodoyê Îssexarî ji bo rizgarkirina gelê Îsraêl rabû. Ew li herêma çiyayî ya Efrayîmê, li Şamîrê dima.
Kurên Îssexar: Tola, Pûwa, Yov û Şîmron.
Li herêma çiyayî, Şamîr, Yattîr, Soxo,
Wî bîst û sê salan serweriya gelê Îsraêl kir. Piştre mir û li Şamîrê hat veşartin.
Piştre Îvsanê Bêtlehemî serweriya gelê Îsraêl kir.
Li ser vê yekê Xudan dadger derxistin ku wan ji destê talankaran rizgar bikin.
Çaxê hat, li herêma çiyayî ya Efrayîmê li boriyê xist. Gelê Îsraêl pê re ji herêma çiyayî daket, Êhûd jî da pêşiya wan.
Lê gava gelê Îsraêl li Xudan kir hewar, wî rizgarkarekî bi navê Otniyêl ji bo wan derxist ku wan rizgar bike. Otniyêl, kurê Qenazê birayê biçûk ê Kalêv bû.
Xwedê bergîdana xerabiya gelê Şexemê jî da. Naleta Yotamê kurê Yerûbbaal bi ser wan de hat.