Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Dadger 1:7 - Kurmanji Încîl

7 Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Dadger 1:7
16 Iomraidhean Croise  

Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Te kuşt û ji xwe re kir milk jî?’ Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Li cihê ku kûçikan xwîna Navot alast, wê li wê derê xwîna te jî bialêsin.’”


Tê berên serjê bikî û hinekî xwîna wî li nermikên guhên rastê yên Harûn û kurên wî û li tiliyên mezin ên dest û lingên rastê yên wan bidî. Tê hemû xwîna mayî bi her aliyên gorîgehê ve bireşînî.


Wey li te ku xera dike, Li te ku nehatiye xerakirin. Bêbexto, bêbextî li te nehat kirin! Dema tu dev ji xerakirinê berdî, Tê jî bêyî xerakirin. Gava tu bêbextiya xwe xilas bikî, Wê bêbextî li te jî bê kirin.


Va ye, ezê wî çaxî belaya xwe bidim Hemû kesên ku li te eziyet kirin. Ezê kesê kulek rizgar bikim, Kesên sirgûnbûyî berhev bikim. Ezê şerma wan bikim Pesin û navdarî û li seranserê dinyayê belav bikim.


Ew nîşan didin ku daxwaza Şerîetê di dilê wan de nivîsî ye. Wijdana wan jî ji wan re şahidiyê dike, çimkî fikrên wan, an wan sûcdar dikin, an jî carna wan diparêzin;


Çimkî dîwan, ji bo wî yê ku rehm nekiriye bê rehm e, lê rehm li hember dîwanê bi ser dikeve.


Yê hêsîrtiyê, wê here hêsîrtiyê; Yê şûr, wê bi şûr bê kuştin. Li vê derê bîhnfirehî û baweriya pîrozan divê.


Çimkî wan xwîna pîroz û pêxemberan rijand Û te ji bo vexwarinê xwîn da wan. Wan ev heq kir.»


Adonî-Bezeq reviya. Lê wan da pey wî, ew girt û tiliyên mezin ên dest û lingên wî jê kirin.


Ev yek ji bo heyfa zordariya heftê kurên Yerûbbaal û ji bo xwîna wan li ser Avîmelek û mêrên Şexemê were, çêbû. Çimkî wî birayên xwe kuştin û van mêran, ji bo kuştina wan destê wî hêzdar kir.


Xwedê bergîdana xerabiya gelê Şexemê jî da. Naleta Yotamê kurê Yerûbbaal bi ser wan de hat.


Lê Samûêl got: “Çawa ku şûrê te dayikan bêzarok hiştibe, wê dayika te jî li nav jinan bêzarok bimîne.” Samûêl li Gîlgalê li ber Xudan, Agag perçe kir.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan