27 Eşîra Minaşşe şêniyên Bêtşean û gundên wê, Taenax û gundên wê, Dor û gundên wê, Yîvleam û gundên wê û Megîddo û gundên wê neqewitandin. Kenaniyan ji bo ku li welêt bimînin, li ber xwe da.
Di rojên padîşahiya Yoşiya de Nexoyê Firewnê Misrê ji bo alîkariya Padîşahê Aşûrê bike çû ber Çemê Feratê. Yoşiyayê Padîşah bi ser vî de çû û gava Nexoyê Firewn li Megîddoyê dît, ew kuşt.
Gava Ahazyayê Padîşahê Cihûdayê ev yek dît, ber bi riya Bêthagganê ve reviya. Yêhû da pey wî û got: “Wî jî bikujin.” Li nêzîkî Yîvleamê, di hevrazê Gûrê de, di erebeyê de lê xistin. Bi birîndarî heta Megîddoyê reviya û li wê derê mir.
Şawûl û leşkerên wî, tevî Agag, tevahiya pez-dewarên qelew û dermalekirî, hemû tiştên baş parastin. Wan nexwest bi tevahî tune bikin. Bi tenê tiştên qels û bêqîmet tune kirin.