Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 9:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hʼeta ku rʼoj heye, gerekê em kirêd Wî bikin, Yê ku Ez şandime. Şev tê, hingê tʼu kesê nikaribe tiştekî bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Hê ku roj e divê em karên ê ku ez şandime bikin. Şev tê, hingê kes nikare karekî bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һʼәта кӧ рʼож һәйә, гәрәке әм кьред Ԝи бькьн, Йе кӧ Әз шандьмә. Шәв те, һьнге тʼӧ кәсе нькарьбә тьштәки бькә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 هِندی رُژَ اَم دِبی شُلِت اَوه گو اَز رِگِرِمَ بیننَ جی؛ وانه دِبیتَ شَو، شَوه چه کَس نِگاریت شُل گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 9:4
18 Iomraidhean Croise  

Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›.


Îsa merivê destkʼişîyayîrʼa got: «Rʼabe vê govekê bisekine!»


Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»


Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.


Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


Min Tu li ser rʼûyê eʼrdê rʼûmet kirî, ew şixulê Te dabû Min ku Ez bikim Min anî sêrî.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Lema Îsa wanrʼa got: «Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ku Kurʼ nikare xweserîxwe tiştekî bike, ew tʼenê wan tiştêd ku dibîne Bav dike, Ew jî dike. Bav çi dike Kurʼ jî usa dike.


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Îsa got: «Ezê hinek wext jî tʼevî we bimînim, paşê Ezê herʼime cem Wî, Yê ku Ez şandime.


Em nikarin bona wan tiştêd ku me xwexa dîtin û bihîstin nekine dengî».


Awa hʼeta ku wext destêd meda ye, hʼemûyarʼa qencîyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêrʼa.


Dest bidine ber wext, çimkî zemanî xirab e.


Hindava nebawerada serwaxt bin û dest bidine ber wext.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan