Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Yûhenna 9:34 - Peymana Nû (Încîl)

34 Caba wî dan û gotin: «Tu serda-pêda nav gunada dinê kʼetî yî û me hîn dikî?» Û ew ji kʼinîştê derxistine der.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

34 Wan ji wî re got: «Tu bi tevahî di nav gunehan de hatiyî dinyayê, ma tê hînî me bikî?» Û ew ji kinîştê avêtin derve.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

34 Щаба ԝи дан у готьн: «Тӧ сәрда-педа нав гӧнада дьне кʼәти йи у мә һин дьки?» У әԝ жь кʼьниште дәрхьстьнә дәр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 اَوان جیوابا ویدا گُتن: «تِ سَری حَتا پِیا ناو گُنَهه دا هاتی دُنیایه. ایجا، تِ دَرسه دِدَی مَ؟» ایجا اَو دیره دا هاوِتنَ دَروَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Yûhenna 9:34
34 Iomraidhean Croise  

Ji qanûnzana yekî lê vegerʼand û got: «Dersdar, Tu bi van xebera me jî bêhurmet dikî».


Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be û kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Ez werʼa rʼast dibêjim, kʼî Pʼadşatîya Xwedê mîna zarʼokekê qebûl neke, ew tʼu car nakʼeve nava wê».


Xwezî li we, gava hûn bona Kurʼê Mêriv ber çʼeʼvê merîya rʼeş bin, gava we qebûl nekin, we bêhurmet kin û navê xirab ser we derxin.


Ew hʼemûyêd ku Bav dide Min, wê bêne cem Min û her kesê ku bê cem Min, Ez tʼu car berî wî nadim.


Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîrʼa gotin: «Em rʼîya zinêkʼarîyêda dinê nekʼetine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye».


Şagirtêd Wî jê pirsîn: «Dersdar, gunê kʼê ye ku ev meriva kor ji dîya xwe bûye? Gunê wî ye, yan yê dê û bavê wî ye?»


Dê û bavê wî ji tirsa cihûya aha gotin, çimkî cihûya pêşda ya xwe kiribûne yek: «Heger kʼî bêje Îsa Mesîh e, ewê ji kʼinîştê bê derxistinê».


Gava Îsa bihîst ku ew derxistine der, ew dît û jêrʼa got: «Tu bawerîya xwe Kurʼê Mêriv tînî?»


Hineke ji fêrisîya li wir hazir bûn, gava ev yek bihîstin, jêrʼa gotin: «Çima em jî kor in?»


Eme ku eʼsilê xweda cihû ne û ne ji «necihûyêd gunekʼar» in,


Em hʼemû jî wextekê pey wan tişta diçûn, bi dilhavijîyêd binyatʼa merivayê dijît û dil û fikirêd merʼa çi derbaz dibûn me ew dikirin û binyatʼa xweda jî hêjayî xezeba Xwedê bûn, çawa yêd mayîn.


Usa jî cahilno, gurʼa mezinada bin. Û hûn hʼemû jî, li ber hev şkestî bin, xulamtîyê hevdurʼa bikin, çimkî nivîsar e: «Xwedê miqabilî kʼubar-babaxa ye, lê kʼeremê dide şkestîya».


Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî rʼazî nabe, ne ku tʼenê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan rʼadibe û wan ji civînê jî derdixe!


Min civînêrʼa nivîsî, lê Dîyotrefîs ku hʼiz dike ser hʼemûyarʼa be, guh nade me.


wekî tʼu kes nikaribe ne bikʼirʼe, ne jî bifiroşe, pêştirî wî, yê ku nîşana ceʼnewir, awa gotî navê wî yan hʼesabê navê wî ser e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan